43 parlamenterên Iraqê Kazimî vexwendin meclisê da ku derbarê dagirkeriyê de agahî bide

43 parlementerên Iraqê îmze avêtin binê daxwaznameyek û xwestin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li parlementoyê têkildarî binpêkirinên serweriya xaka Iraqê agahiyan bide.

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr îmzeya 43 parlementeran komkir.

Wê Mistefa Kazimî ji bo çend mijarek vexwênin parlementoyê.

Yek ji wan mijaran binpêkirinên serweriya xaka Iraqê ya ji aliyê Tirkiyê ve
ye.

Kazimî ji bo nîqaşa serweriya Iraqê dê li gel rayedarên NATO bicive

Hemwextî van daxwazan Mistefa Kazimî jî ji bo binpêkirina serweriya Iraqê, hilbijartina pêşxwext ya Iraqê li gel rayedarên Ewropî giftûgo bike, çû Ewropa.

Li gorî Çapemeniya Iraqê, wê Kazimî despêkê biçe Brukselê û li wê derê çend hevdîtinan li gel rayedarên NATO û berpirsên Yekitiya Ewropayê pêk bîne.

Back to top button