Kongreya Star a Helebê şehîd Zîlan bi bîr anî

Kongreya Star a Helebê da zanîn ku têkoşer Zîlan bi rêya çalakiya xwe ya fedayî rê li pêş tevahî jinan vekir. Jinan soz dan ku ew ê li ser riya şehîd Zîlan têkoşîn bikin. Li aliyekî din li Hesekê jî şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn.

Kongreya Star a Helebê ji bo bîranîna Zeyneb Kinacî şehîd Zîlan a ku li dijî dewleta Tirk çalakiya fedayî pêkanîbû û kete dîroka kurdistanê, merasîmek li dar xist.

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî tevlî merasîma ku li Qada Şehîdan a li Şêxmeqsûdê ya Helebê hat lidarxistin bûn.

Di merasîmê de nameya şehîd Zîlan a ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandibû hat xwendin.

Piştre Endama Rêveber a Kongreya Star a Helebê Fatme Hesen axivî û got;

Şehîd Zîlan di oxira azadiya gelên bindest de canê xwe feda kir û bû sembola jinên azadîxwaz.

Wê rê li pêş azadiya jinan û derketina wê ji bin qeydên zihniyeta mêrdestiyê vekir, em jî soz didin ku emê têkoşîna xwe li ser xeta têkoşer Zîlan bilind bikin.

Li Hesekê 36 şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn

Li Hesekê jî 36 şehîdên azadiyê yên meha Hezîranê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin bi bîranîn.

Di merasîmê de ji Rêveberên kantona Hesekê Dicle Doxan axivî û wiha got;

Erka dikeve ser milê ku xeta şehîdan bişopînin, em ê nehêlin ku dijmin hêz û îradeya me lawaz bike.

Herî dawî jî nasnameya şehîdên meha Hezîranê hatin xwendin.

Back to top button