Cozêf Lehdo: Girtina dergehan bandora nayînî li jiyana tevahî şêniyên herê dike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo diyar kir ku girtina dergehan bi armanca birçîkirina gelê herêmê pêk hatiye û bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê kir ku ji bo vekirina dergehan erka xwe pêk bînin.

Di meha Tîrmehê de dema destûra navneteweyî ya bikaranîna dergeha Bab El-Hewa ya li Idlibê ku di bin navê gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re vekiriye, bi dawî dibe.

Ji ber wê jî pêwîste Konseya Ewlekariyê biryarê derbarê vê mijarê bide.

Li gorî civînên navdewletî yên çend roj berê, hin welatên ku endamên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî di nav de dibêjin ku ew dixwazin dergehê Til Koçer jî di nav de, dergehên fermî ji bo alîkariyên mirovî werin vekirin.

Li aliyê din jî Rûsiyaya ku Dergeha Til Koçer û Bab El-Selame bi biryara xwe ya Vîto girt, niha jî dixwaze hemû alîkariyên NY`yî di riya Hikûmeta Şamê ku pê re di nava hevkariyê de ye, pêk were.

Cozêf Lehdo: Girtina dergehan bi armanca birçîkirina gelê herêmê pêk hatiye

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo têkildarî mijarê ji ajansa Hawarê re axivî û da zanîn ku dergeh damarên jiyana aborî ya xelkê herêmê ye.

Lehdo tekoşîna şêniyên herêmê ya li dijî DAIŞ`ê bibîr xist û got:

“Gelê herêmê gelek qurbanî dan da ku mezintirîn koma terorîst li cîhanê têk birin, îro jî Cîhan wan bi birçîbûnê xelat dike.

Wiha jî piştgiriya dewletên herêmê yên dixwazin. Rêveberiya Xweser bi rêya şerê aborî û şerê avê, têk bibin. Em dibînin çawa dewleta Tirk ava vexwarinê li ser Hesekê qut kiriye. Çemê Firatê jî ziwa kiriye.”

Lehdo, her wiha bal kişand ser bandora girtina dergehan li ser rewşa Korona û destnîşan kir bi vê yekê pêwîstiyên herêmê zêdetir bûne.

Cozêf Lehdo bang li civaka navdewletî kir ku ji bo vekirina dergehê Til Koçer erka xwe pêk bînin

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Cûzêf Lehdo, di dawiya axaftina xwe de bang li Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ, Neteweyên Yekbûyî û hemû aliyên navdewletî kir ku erka xweya ji bo vekirina dergehê Til Koçer pêk bînin.

Back to top button