KCK: BANGA PIŞTÎVANIYÊ JI BO XELKÊ ROJHILAT Û ÎRANÊ KIR

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek weşand û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku ruhê piştevaniyê ji bo Rojhilatê Kurdistanê li her cihî nîşan bide.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên kesên ku di karasetê de jiyana xwe ji dest dane xwest û got:

“Nirxê piştevaniyê nirxê herî bi wate yê civakî ye. Ji bo gel û netewebûnê jî pêwîstî bi piştevaniyeke xurt heye. Ji ber vê yekê divê ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di asta herî bilind de piştevanî bê kirin. Bêyî li benda dewletê bimîne divê gel di nava xwe de piştevaniya hev bike”.

KCK’ê destnîşan kir ku divê gelê Kurd li her cihî bikevin nava liv û tevgerê û ev tişt got;

“Divê gelê me yê li parçeyên din û derveyî welat piştevaniyê bike. Hebûna sînoran divê vê piştevaniyê ne qels bike ne jî asteng. Bi taybetî parçe, herêm û bajarên nêzî cihê karesatê ne, divê hîn bi rengekî çalak bi berpirsyarî tevbigerin. Gelê Kurd ê li derveyî welat jî girîng e di rewşeke wiha de tavilê piştevaniyê bike”.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir;

“Em ji dewleta Îranê hêvî dikin, di karesaetên wiha de li pêşiya alîkariya gelê Kurd a li derveyî sînorên Îranê nebe asteng û pêşî li piştevaniyê veke. Nêzîkatiya di karesatên wiha de bê nîşandan, wê ji bo xurtkirina biratiya navbera gelan girîng be. Ji ber vê yekê divê alîkariya gelên Îranê û gelê Kurd a ji bo mexdûrên lehiyê bigihêje cihê xwe”.

Leave a Reply

Back to top button