HPG: Li Heftenînê 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê di çarçoveya Pêngavên şoreşgerî de çalakiyên li başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên xwe bê navber dewam dikin.HPG’ê ragihand di encama çalakiyeke li Heftenînê de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û çepereeke dagirkeran jî hat rûxandin. 

Artêşa Tirk ya dagirker ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran dixwe û rojane windahiyan dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li artêşa Tirk ya dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“Hêzên me yên YJA Starê roja 27’ê Hezîranê li qada Kêşanê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Koxê Mele Yehya çalakî kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate zelalkirin kozikek bi temamî hate rûxandin û 3 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna salvegera şehadeta fermandara me ya fedayî hevrê Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) hate kirin.”

HPG’ê da zanîn liv û tevgera dagirkeran a li herêmên Avaşîn û Zapê û êrîşên hewayî jî dewam dike.

Hat diyar kirin 29’ê Hezîranê li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Banîsta, Mam Reşo, Girê Spî, Sîl-sîleya Girê Sor geriyan.

Hat gotin 28 û 29’ê Hezîranê jî qadên Sîda û Çemço yên herêma Zapê bi balafirên şer û hawanan hatin bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir ji ber van bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button