Ji navçeyên Reco û Bilblê yên Efrînê 4 sivîl hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji avçeyên Raco û Bilbilê 4 kesên din revandin.
Dagirkeran daristina gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê jî şewitandin.

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan bê naber dewam dikin.

Li bajarê Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Mihemed Reşo yê 35 salî ê ji gundê Dêwrîş yê navçeya Raco revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûrî diyar kir ku bi tewanên nerast Mihemed Reşo hat revandin, her wiha çeteyan mala wî jî destser kir.

Li gundê Goliya jêrîn yê navçeya Raco jî, çeteyan du kalemêrên bi navê Xelil Ibrahîm Bîlal ê 65 salî û Mistefa Mihemed Yûsiv ê 60 salî revandin.

Çeteyan ji bo berdana wan ji her yekî 600 Lîreyên Tirk xwest.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku çeteyan sivîlekî ji gundê Ze’rê yê navçeyê Bilbilê revand.

hat diyar kirin ku ev 6 care bi tewanên ne-rast ev sivîl tê revandin.

Li gorî Çavdêriyê, ew sivîl di girtîgeheke çeteyan de bi giranî hat êşkencekirin, ji bo berdana wî jî çeteyan 2 hezar dolar ji malbatê xwestin.

Çeteyan daristana gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê şewitand

Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh daristana gundê Kefer Sefrê yê Navçeya Cindirêsê şewitandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî diyar kir di van demên dawî de çeteyan gelek daristanên Efrînê Şewitandin.

24’ê vê mehê, 300 darên daristana gundê Erendê yê navçeyê Şiyê hat şewitandin.

20’ê vê mehê jî, daristana di navbera gundên Hec Qasim û Dela yên Mabata hat şewitandin.

26’ê Gulana borî, çeteyan derdor 20 hektar erdê di navbera gundê Remedana û Hec Hesna yê Cindirêsê şewitandin.

Hat diyarkirin ku ji bo firotina êzingan û avakirina wargehan ji malbatên çeteyan re daristan tê şewitandin.

Rêxistinê ragihandibû ku li cihê darsitaneke di navbera gundên Omera û Qestel Cindo yên Şera, wargehek ji çeteyan re tê avakirin.

Back to top button