Malbatên nûnerên hatine revandin bang li hikûmeta Başûr kir ku wan berdin

Malbatên her sê nûnerên hatine revandin jî bang li hikûmeta Başûr û PDK’ê kir ku wan berdin.

Malbatên girtiyên her 3 nûneran jî derbarê rewşa wan de ji ajansa Hawarê re hin agahî parve kirin

Birayê Cîhad Hesen; Ferhad Hesen diyar kir ku birayê wî beriya 4 mehan çûbû Rojava û piştî vegera wî Asayîşa Hikûmeta Başûr xwest wî bibîne.

Ferhad Hesen got ku birayê wî çû gel wan û 3 seatan di lêpirsînê de ma.

Ferhad tekez kir ku Asayîşê zext li Cîhad kir ku hin kaxezên derbarê devberdana ji nûnertiya rêveberiyê li Başûr berde, îmze bike.

Birayê Cîhad Hesen Ferhad bi bîr xist ku beriya 3 rojan malbata her sê girtiyan çûn serlêdanê bikin, lê tenê hiştin ku hevjîna Cîhad Hesen û Mistefa Osman derbas bibin û gotin lêpirsîn dê ji 15- 20 rojan dewam bike.

Hevjîna Mistefa Osman Edle Ebdelah jî diyar kir ku hevjînê wê beriya niha 2 caran ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hate girtin û jê hatibû xwestin ku dest ji karê nûnertî berde û li ser belgeyên dest berdana ji kar îmze bike.

Hevjîna Mistefa Osman diyar kir ku hevjînê wê nameyek bi hevalekî xwe ku berê bi wan re girtî bû şand û tê de destnîşan kir ku rewşa wan pir xerab e û daxwaz kir ku rewşa wî û hevalên wî werin şopandin.

Hevjîna Mistefa Ezîz Fatima Ismaîl jî diyar kir ku hevjînê wê beriya 3 salan hatibû girtin û jê xwestin ku ji Başûr derkeve û veger Rojava.

Malbatên her sê nûneran bang li hikûmeta Başûr û aliyên siyasî kir wan berdin û li gorî daxwaza dijminên kurdan tev negerin.

Back to top button