LI SER DAXWAZA AKP’Ê WÊ DENGÊN LI HEZROYÊ JI NÛ VE WERIN JIMARTIN

Piştî hilbijartina Herêmî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk hat, AKP’ê ji bo binketina xwe veşêre, serî li her rêbazî dide.
Îtîrazên AKP’ê li ser encamên hilbijartinê dewam dikin, û li her cihê ku itîraz dike jî , îtîraza wê tenê, tê qebûlkirin
Niha jî AKP’ê dixwaze hilbijartina li Stenbolê were betalkirin.

Piştî hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk hat, li gelek cihan jimartina dengan hat dubarekirin.

Mîna li her cihî, li navçeya Hezro ya Amedê jî Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê serlêdana AKP’ê ya ji bo jinûve jimartina dengan qebûl kir.

Tê payin, li ser daxwaza AKP’ê dengên li navçeya Hezroyê jinûve bên jimartin.

AKP’Ê XWEST HILBIJARTINA LI STENBOLÊ BETAL BIBE

Tevî ku di ser hilbijartinên xwecihî re 5 roj derbas bûne jî , lê AKP dike nake encamên hilbijartinê qebûl nake.

Niha jî xwest hilbijartina li Stenbolê bê betalkirin.

Parlamenterê CHP’ê yê Aydinê Bulent Tezcan ji T 24 re axivî û got,

“Bi têra xwe nekarîn dengan bidizin, niha jî hewl didin hilbijartinê bidizin.”

NAMZETÊN CHP Û SP’Ê JÎ GOTIN ‘HILBIJARTIN BIQISÛR’ PÊK HATIYE

Di hilbijartina herêmî ya li Navçeya Tetwana Bedlîsê de li gorî encamên nefermî di navbera AKP’ê û HDP’ê de tenê 275 deng ferq heye.

HDP’ê ji bo vê ferqa hindik û betalkirina dengan serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû û îtîraza wan hatibû redkirin.

Li ser vê yekê HDP’ê îtîraza xwe veguhezand Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr û li dijî encamê, îtîraz kir.

HDP’ê li bendê ye ku Lîjneya Bajêr bersiveke erênî bide serlêdana wan.

Her wiha Namzetê Partiya Saadetê (SP) yê Şaredariya Tetwanê Yunus Cengîz û Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Tetwanê Nazim Goçmen jî têkildarî encama hilbijartinê nirxandin kirin û diyar kirin ku ew bi hilbijartinek biqisûr re hevrû mane.

Nazim Goçmen got:

“HDP’ê di sindoqê de bi ser ket.

Lê li ser masê hilbijartin hatiye xespkirin.”

Leave a Reply

Back to top button