Şaredariya Til Temirê: Divê stasyona Elok dûrî şerê leşkerî were xistin

Bi mehane dewleta Tirk a dagirker ava çemê Feratê û ava vexwarinê li ser herêmê birîye. Ev yek jî di her alî de bandoreke neyînî dike.
Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir rê nedin dewleta Tirk ku avê weke çekekê li dijî gelên herêmê bikarbîne. Endamê Şaneya aloziyê yê bajarê Hesekê Mehmûd Reşo jî banga destwerdana lezgîn kir.

Dewleta Tirk a dagirker avê, saziyên xizmetguzariyê wek amûreke zextê û çekekê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Li hember vê yekê jî civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî bê deng in.

Têkildarî mijarê Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê daxuyaniyek da, sûcên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kir û ev tişt got:

Ev zêdetirî 15 caran dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ava stasyona Elok qut dike.

Şêniyên kantona Hesekê bê av mane, kêmbûna avê zêdetirî 1,5 milyon kes di vê germa hevînê de tî hiştiye.

Li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî bikaranîna navendên xizmetê di şerê leşkerî de sûcekî şer e û pîvanên navneteweyî binpê dike.

Şaredariya gel bang li civaka navneteweyî kir ku yekser destwerdanê bike da ku stasyonê dûrî şer bixe û radestî hêzên navneteweyî bike.

Mehmûd Reşo: Pêwîste saziyên mirovî bikevin nava tevgerê

Endamê Şaneya aloziyê yê bajarê Hesekê Mehmûd Reşo jî sûcê dewleta Tirk û çeteyên wê yê derbarê qutkirina ava Elok nirxandin kir û banga destwerdaneke lezgîn kir.

Back to top button