Welatiyên kantona Qamişlo Gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci (Zîlan) di 25. salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û diyar kirin ku çalakiya wê asta têkoşîn û berxwedanê bilind kir.
Li Şehbayê jî, Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê vê boneyê civîneke bibîranînê lidarxist.
Îro salvegera 25. a şahadeta xwedevenda sedsalê Zeyneb Kinaci (Zîlan) ye, ku bi çalakiya xwe ya fedayî, mohra xwe li dîrokê da.
Şehîd Zîlan bi çalakiyên girseyî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate bi bîranîn.
Tevgera Kevana Zêrîn û Kongreya Star li navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê bi semînerkê, şehîd Zîlan bi bîr anî.
Di semînerê de endama Kongreya Star Avaşîn Hesen Bedir axivî û berxwedana ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, silav kir û nameya şehîd Zîlan, xwend.
Di dawiya merasîma bîranînê de Koma Ciwanên Hûrî stran pêşkêş kirin.
Kongra Star ya Çil Axa: Şehîd Zîlan sembola jinên têkoşer e
Li navçeya Çil Axa bi dehan ji şêniyên bajêr li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê kom bûn û şehîd Zîlan bi bîranîn.
Di merasîma bîranînê de, Kongra Star nameya şehîd Zîlan a ji rêber Abdullah Ocalan re xwendin.
Her wiha destnîşan kir ku şehîd Zîlan bûye sembola jinên têkoşer û azad.
Di dawiyê de sînevîzyon der barê têkoşîna şehîd Zîlan û çalakiya wê ya fedayî de hate pêşandan.
Kongra Star ya Girkê Legê şehîd Zîlan bi bîr anîn
Li Girkê Legê, Tevgera Çand û Hunerê bi koordînasyona Kongreya Star li Hola Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê şehîd Zîlan bi bîr anî.
Di merasîma bîranîna şehîd Zîlan de, têkildarî têkoşîna wê axaftin hatin kirin.
Paşê sînevîzyon hate pêşandan û di dawiyê de Koma Elîna û Koma Koçeran stran pêşkêş kirin.
Şêniyê Şehba: Bi saya tekoşîna Zîlan em xeta berxwedanê didomînin
Li Şehbayê jî şehîd Zîlan hate bi bîranîn.
Li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas a Şehbayê Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi civînekê şehîd Zîlan bi bîranîn.
Têkildarî jiyan û têkoşîna Zîlanê sînevîzyonek hate pêşandan.
Herî dawî koma şehîd Avesta ya Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê, têkildarî berxwedan û têkoşîna Zîlanê stran gotin.