Lîbya..NY bang li welatên Rojavayî kir ku ji bo lihevkirinê zextê li aliyan bikin

Li Lîbya ya ku xwe ji bo hilbijartina Parlamento û Serokatiyê amade dike, alozî derdikevin.
Endamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbya di mijara xalên bingehîn yên ji bo hilbijartinê de xwedî nêrînên cuda ne.
Ev yek jî nîşan dide ku wê li gorî tê xwestin encam ji civîna li Cenevê dernekeve.
Ji bo vê yekê jî Mîsyona Piştevaniya Lîbya ya NY bang li DYA, Îngilistan, Fransa, Almanya û Îtalya kir ku zextê li endamên Forumê bikin da ku ji bo hilbijartina 24’ê Kanûnê bigihêjin encamekê.

Li paytexta Swîsre Cenevê ev 3 rojin ji bo xalên bingehîn yên hilbijartina Lîbya ku tê payîn 24’ê Kanûna 2021’an were lidarxistin xebat têne kirin.

Li gorî daxuyaniya Mîsyona Piştgiriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Lîbyayê (UNSMIL), Nûnerê NY yê taybet bi Lîbyayê Jan Kubis tevî 5 welatên rojava bi Rûsya û Mexrîbê re jî li ser Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê danûstandin pêk anîn.

Kubis balkişand li ser pêşketinên ku heta niha van welatan di Foruma Diyalogan de bidest xistî û wiha got:

Li gorî encamên Konferansa Berlîn a Duyemîn û biryara Civata Ewlekarî ya NY ya 2570 pêwistî bi destureke bingehîn heye.

Hevalbendên Navnetewî ji endamên Forumê daxwaz kirine ji bo hilbijartinê destûreke bingehîn di zutirîn demê de pêk bînin.

Di dawamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Hevkarên navneteweyî hemî aktorên têkildar ên Lîbyayê, bi taybetî endamên forumê yên li Swîsreyê civiyan, hewildan ku ji bo hilbijartina netewî ya 24’ê Kanûnê pêk were xebatek hevpar dan meşandin.

Her wiha hevalbendên navnetewî careke din piştevaniya xwe ya ji bo xebatên tê kirin anîn ziman û dawaz kirin ku agirbest baş were pêkanîn, çekdarên biyanî ji welat werin derxistin û rêya peravên deryayî were vekirin.

75 endamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbya ku ji aliyê Mîsyona Piştevaniya NY ya bo Lîbya ve hatîn hilbijartin, ji 28’ê Hezîranê ve li paytexta Swîsre Cenevê di civînê de ne.

Armanca sereke ya civîna endamên forumê jî, li ser binesaziya yasayî ya hilbijartinên parlamento û serokatiyê ku di 24ê Kanûnê de hate plan kirin gotûbêj were kirin û bingehê wê were avakirin.

Civîn wê 1’ê Tîrmehê bidawî bibe.

Back to top button