Li Hesekê 16 kes ji hêla çeteyên Difa El-Wetenî ve hatin revandin

Çeteyên Dîfa El-Wetenî îro careke din gelek welatî li Hesekê revandin. Hêzên Asayîşê jî hişyarî da û got ger tavilê kesên hatine revandin neyên berdan wê bersiva pêwîst bidin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn hişyarî da çeteyên Dîfa El-Wetenî û diyar kir ku ger di nava saetekê de xwdiyên firoşgehên bazirganiyê ku li Sûka Navendî revandine bernedin, ew ê bersiveke tund bidin.

Li gorî agahiyan , çeteyên Difaa El-Wetenî firoşgehên kurdan li Sûka Navendî şikandin.

xwediyên firoşgehên bazirganiyê piştî van bûyeran, firoşgehên xwe û Sûka Navendî girtin.

Back to top button