Rûhanî bang li Biden kir ku peymana nukleerî bilez bixin meryetê

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bang li Serokê DYA Joe Biden kir ku di zûtirîn demê de peymana nukleerê bicîh bîne.

Hesen Rûhanî piştî civîna Lijneya Wezîran a li paytext Tehranê, li ser peymana nukleerê û helwesta DYA daxuyaniyek da.

Rûhanî bang li Biden kir ku “bilez” peymana nukleerî bicîh bîne û wiha got:

“Ger Biden li ser bicihkirina peymana nuklerî lewaz tevger bike wê xiyanetê li dengê gelê xwe bike.

Ji ber ku wan li ser vê yekê deng dan.

Serokomarê Îranê got, ji bo nûkirina peymana nukleerê divê ji aliyê DYA û Îranê ve gavên pêwîst bên avêtin.

Dîsa dubare kir ku ew ne li pey çekên nukleer û çekên komkujiyê ne,

Hesen Rûhanî diyar kir ku îdiayên di derbarê vê yekê de bê bingeh in.

Rûhanî diyar kir ku propagandaya ji hêla hin qenalên televîzyonê yên dijî -Îranê ve li ser hilberîn û belavkirina petrolê nerast e, got,

“Di hilberîn, belavkirin û hinardekirina petrolê de ti pirsgirêk nîne û dê nebe.”

Back to top button