Salvegera 25. a şihadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan)

Xwediya ramanê kur, hîsekê xurt û evindara azadiyê. Xwediya bi çalakiya xwe qedera gelekê, dayî guhertin. Îro salvegera 25. a şahadeta xwedewenda sedsalê Zeyneb Kinaci Zîlan e. Belê ew bi çalakiya xwe ya ku di dilê dijmin de pêk anî, mohra xwe li dirokê da. Komploya navnetewi ya li dijî rêber Apo û gelê Kurd dihat plankirin tar û mar kir.

Manîfestoya azadiyê, milîtanbûnê, girêdanbûna bi Rêber Apo re.

Qutbeya tevgera azadiya jinê.

Zeyneb Kinaci Zîlan…

1972`an li navenda bajarê Meletiyê ji dayik dibe.

Li zanîngeha Meletiyê beşa şêwirmendiya derûnî dixwîne û pişt re li nexweşxaneya Meletiyê dixebite.

Di dema xwendina amadehî de, fikrên wê yên neteweyî pêş dikeve.

1994`an li bajarê Edeneyê xebatên rêxistinî dide meşandin û 1995’an jî tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.

Zîlan di rastiya Rêber Apo de li dijî her perçebûn, qirkirin û zayendperstiyê dibe xwedî hêrseke mezin.

Komkujiyên Dersim, geliyê Zîlan, Agirî, her wiha xweşikbûna Kurdistanê ji dil de hîs dike.

Çalakiya wê ne teqîneke li nav leşkerên dijmin ên dagirker e; xweteqandineke bi ser vê qirkirinê de ye jî.

Li dijî van êrîşan bûye xwedî hêrseke mezin, li dijî êrîşa li ser Rêber Apo ya 6’ê Gulana 1996’an li Şamê pêk hatî, li dijî mêtingeriya qirker bûye sembola hêrsa Kurdan.

Zîlan di 30’ê Hezîrana 96’an de bi çalakiya xwe ya ku qedera Kurdistanê guhart, navê xwe li dîroka azadiyê nivîsand.

Komploya ku dixwestin li hember hêviya jiyana azad a gelê Kurd Rêber Apo pêk bînin bi hemû kûrahiya wê hîs kir.

Zîlan dibe heqîqeta ku rastiya Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê derxistiye holê.

Hevrê Zîlan heqîqeta Birdoziya Rizgariya Jinê.

Bi çalakiya xwe bûye peyameke birdozî, felsefî û siyasî.

Îro jî li dijî mêtingeriya qirker li her deverê bi ruhê Zîlan têkoşîn tê dayîn.

Agirê mezin ê azadiyê ku Rêber Apo bi azadiya jinê pêxistiye, li tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bûye.

Back to top button