ÇALAKIYÊN GREVÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DEWAM DIKIN

Li başurê Kurdistanê berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan didomin.
Ji çalakgeran berpirsyarê Tevgera Azadî Hisên Kerkukî banga berfireh kirina çalakiyên li dijî tecrîda li ser Ocalan kir.

Berxwedana çalagerên greva birçîbûnê li başurê Kurdistanê dewam dike.

Çalakiya li bajarê Hewlêrê di roja 136’an de ye û ji aliyê koma 68’an ve dewir hat girtin.

Hevseroka Nûnertiya HDP’a Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş di dema dewir girtinê de axivî û got:

“Her ku diçe çalakiyên greva birçîbûnê li bajar û navçeyên Herêma Kurdistan û cîhanê belav dibe.”

Her wiha berxwedana pêşengê çalakiyên li başûr Kurdistanê Nasir Yagiz jî di roja 136’an de ye.

Di vê çarçoveyê de 16’ê Kanûna 2018’an li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger despêkir.

Piştî vê çalakiyê jî Endama Meclisa Îşrarê Fadîle Tok dest bi çalakiya bê dem û bê dorveger kir.

Ev çalaki jî îro di roja 76’an de ye.

Her wiha çalakî li Komeleya Karkerên Mezopotamya di roja xwe ya 112’an de ji aliyê koma 55’an ve didome.

Li navçeya Kelar a Germiyanê jî çalakî hene.

Çalakiya Herêm Mehmud ku di roja xwe ya 41’ê de bi biryardarî dewam dike..

Her wiha çalakiya Gulebax Celal ev 19 û Şeyma Ednan jî 32′ rojin li dare.

Li Kerkûkê berpirsyarê Tevgera Azadî Hisên Kerkukî jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû.

Hisên Kerkûkî yê ku ev 7 roj di çalakiyê de ye banga berfireh kirina çalakiyên li dijî tecrîda li ser Ocalan kir.

Herî dawî jî li navçeya Xaneqîn ya başûrê kurdistanê şêniyê binavê Nehro Xaneqînî ku di 2’yê Nîsanê dest bi çalakiyê kirî ev 4 rojin çalakiya xwe didomînin.

Leave a Reply

Back to top button