Artêşa Tirk gundên Rojavayê Girê Spî topbarn kirin

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên xwe ji duh ve gundewarên Girê Spî topbaran dikin.

Nûçegihanê me ragihand êrîşên ku şevê din dest pê kirbûn heta vê sibê li xeta gundê Erîda Qizelî dewam bûn û heta niha jî berdewam in.

Dewleta Tirk doh derdora saet 10 şevê de bi çekên giran êrîşî gûndê “Erîda, Wesome, û Sewami’e qizelî  yê girêdayî rojavayê Girê Spî kirin.

Piştî wan gundan, dagirkeriyê êrîşên xwe berfireh kirin û gundên Kopirlik, Huriye, Cirin û gelek gundên din jî topbaran kirin, li gel topbaranê jî bombeyên şewqê avêtin.

Di encama topbaran de agir bi zevî û malên sivîlan ket.

Beriya 2 rojan jî dagirkeran gundê Erîda û Bîr-kêtik yên Girê Spî topbaran kiribû.

Back to top button