Yemen..di encama êrîşa çekdarên Husî de 3 sivîl hatin kuştin

Li Yemenê di encama şerê di navbera Hêzên Yemenî û Husiyan de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Duh li bajarê Mi’ribê çekdarên Hûsî li dijî hêzên Yemenê êrîşeke mûşekî pêk anî.

Di encama êrîşa hûsiyan de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.

Hêzên yemenê jî ragihandin ku li eniya Serwah û Maşjah  Artêşa Yemenê du belafirên bêmirov ên Husî bê ku bigîhijên armancên xwe bêbandor kirin.

Back to top button