QSD: Kamîreya şopandinê ya dagirkeriyê li Eyn Îsayê hat derbkirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, kamîreya şopandina germahiyê ya dagirkeriya Tirk li Eyn Îsayê, derbe kir.

Navenda Ragihandina Giştî ya QSD’ê ragihadn ku, şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kamîreya şopandina germahiya ya ku artêşa Tirk li ser depoya Şerigirakê ya Eyn Îsayê bi cih kiribû, derbe kir.

QSD’ê diyar kir ku, dagirkeriya Tirk di demên dawî de, alavên Radar û şopandina Bakurê rêya Navdewletî M4 bi cih kiribû, da êrîşek nû li dijî xaka Sûrî pêk bîne.

QSD’ê da zanîn ku, şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di meha Hezîranê de gelek hewldanên pêşveçûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li derdora Eyn Îsayê têk bir.

Back to top button