Şervan Derwîş: Îtîlaf ji bo pêkanîna ajandeyê dewleta Tirk kar dike

Li dijî gefên dagirkirina Minbicê Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku îtîlaf qaxizeke pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk e.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Emîn Elîko jî daxuyakirin ku dewleta Tirk bi rêya Herîrî ve dixwaze li Minbicê DAIŞ’ê ji nû ve vejîn bike.

Serokê Îtîlafê Nasir El-Herîrî beriya niha bang li Erdogan kiribû da ku herêma Til Rifat û Minbicê dagirbike.

Ev banga Herirî rastî bertek û nerazîbûnan hat.

Têkildarî mijar Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got:

“Ji dema ku Minbic beriya 5 salan rizgar bûye, gelek alî û di serî de dewleta Tirk propagandayê dikin ku Minbicê dagirbikin.

Ev hewldan ne tenê ji aliyê dewleta Tirk jî aliyê hikumeta Şamê ve jî pêşdikevin.”

Derbarê daxwiyaniyên Îtîlafê Derwîş diyar kir ku ew çete ne û li gorî ajandeyên dewleta Tirk kar dikin.

Emîn Elîko: Armanca gefên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê vejandina DAIŞ`ê ye

Divê çarçoveyê de Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê Emîn Elîko jî diyar kir ku hewildide ti nav pêhateyan de tevliheviyê derxîne.

Emîn Elîko dazanîn ku dewleta Tirk bi van gefan ve armanc dike li bajarê Minbicê çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve vejîn bike.

Elîko di berdewamiya nirxandina xwe de armancê dewleta Tirk wiha anî ziman:

“Dewleta Tirk bi dagirkirina Minbicê re, dixwaze rêya di navbera rojhilatê Firatê û Bakurê Sûriyê de qut bike.

Da ku gelên li herêmên dagirkirî yên mîna Efrînê, Şehba, Serê Kaniyê û Girê Spî qir bike.”

Seroka Nivîsgeha Rêxistinê ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Asya El-Hisên jî da zanîn ku Tirkiyê bi armanca têkbirina herêmê berdewam êrîş dike.

Asya da xuyakirin ji ber ku Minbicê cihekî stratejîk e, dewleta Tirk armanca dagirkirina wê dike.

Asya El Hisên daxuyakirin ku dewleta Tirk ji bo armancên xwe pêk bîne serî rêbazên weke qutkirina avê, koçberkirina şeniyên herêmê dide.

Back to top button