Rêjîma Îranê kurdekî 65 salî darvekir

Careke din rêjîma Îranê û bidarvekirina kurdan.. Rêjîma Îranê li Girtîgeha Mehabad a Rohilatê Kurdistanê welatiyê kurd Mihemed Tahir Silêymanî yê 65 salî bi dar vekir.

Roja sêşemê rêjîma Îranê kurdê bi navê Mihemed Tahir Silêymanî yê ji gundê Dizê yê Devera Mirgewer a ser bi Urmiya ve, xistin hicreya yekesî ya girtîgeha Mehebadê.

Ji bo nerîna dawî bang li malbatê hat kirin û duh jî bi dar ve kirin.

Mihemed Tahir Silêymanî 3 sal berê bi îdaya firotina “madeyên hişber” hatibû binçavkirin û biryara bidarvekirinê der heqê wî de hatibû girtin.

Ne bûyera bidarvekirinê ya yekemîn e û ne jî kurdê yekemîn e ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê bidarvekirin.

Bi sedan ji aliyê vê rejîmê ve hatine bidarvekirin û bi vê sîstema zordar wê hîna jî gelek bibin qurban.

Back to top button