LEYLA GUVEN 149 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

 

Çalakiyên greva birçîbûnê jî ku di demên cuda de hatine destpêkirin, bi biryar dewam dikin.
Pêşnenga çalakiyên greva birçîbûnê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, di roja 149’emîn de bi biryar çalakiya xwe didomîne.
Piştgirî û destekdayîna bi hemû çalkageran re jî dewam dike .
Ji bo piştgiriy bi çalakgeran re wê li Stenbolê meş werin lidarxistin.

Leyla Guven a ku 8’ê Mijdara 2018’an biryara çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger da ev 149 rojin li dare.

Tevî çalakiya Guven, çalakiya girtiyên di grevê de jî bi israr dewam dike.

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiyê di roja 111’an de ye.

Piştî 1’ê Adarê zêdeyî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîdê dest bi çalakiyê kirin.

Ev çalakî jî di roja 36’an de ye.

LI GIRTÎGEHÊ 5 BIRA DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Ji van girtiyan 5 birayên hev li girtîgehê li dijî tecrîdkirinê di greva birçîbûnê de ne.

GIRTÎ: DENG BIDIN MEŞA ME YA AZADIYÊ

Girtiyên li girtîgeha Şakranê, ku ketine greva briçîbûnê gotin,

”Em ji hemû malbatan û gelê xwe yê rûmetdar dixwazin ku deng bidin meşa me pîroz a azadiyê”.

Çalakiya Sedat Akin jî 91, Gurbet Ektîren 81, Semra Alkan 89 û Îhsan Sinmiş ê 38 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Her wiha çalakiya parlementerên HDP’ê yên di 3 û 8’ê Adarê de despêkirîn bi serdan û pitgiriyan didomin.

DAYIKÊN AŞTIYÊ: BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN

Piştgirî û destekdayîna bi van çalakiyan re her ku diçe xurtir dibe.

Dayikên Aştiyê yên li Mêrsînê ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser çalakiyêr greva birçîbûnê û tecrîdê, banga “Deng bidin girtiyan” kirin û xwestin her kes hestiyar tev bigerin.

JI BO 72 GIRTÎGEHAN 72 DAXWAZNAME DAN MECLISÊ

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî çalakiyên 72 girtîgehan ji bo Wezareta Dadê bibersivîne 72 daxwazname dan Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê.

Gergerlioglu got:

“Daxwaza girtiyan ewe ku tecrîd bi dawî bibe. Em bang li cemaweriyê dikin ku hestiyar tev bigerin û van daxwazan bibînin.”

JI BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ WÊ LI STENBOLÊ MEŞ WERIN LIDARXISTIN

HDP’a Stenbolê jî ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê dê roja yekşemê li Stenbolê meş li dar bixe.

Meş wê saet di 15.00’an de li ber Mizgefta Navendî ya Şîşliyê dest pê bike û li Mecîdiyekoyê bi dawî bibe.

BAŞARAN: BERPIRSÊ HER MIRINÊ WÊ AKP BE

Parlamentera HDP’ê û Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî da.

Başaran bang li AKP’ê kir ku dawî li tecrîda li ser Rêber Ocalan bîne û got:

“Ji mirinan berpirs wê AKP be.”

Leave a Reply

Back to top button