Wezareta Parastinê ya Efxanistanê: Di şerê 24 saetan de 258 çekdarên Talîban hatin kuştin

Wezareta Parastinê ragîhand ku di nava 24 saetên dawî de 258 çekdarên Tevgera Talîban hatin kuştin, bi sedan jî birîndar bûn.

Tevgera Talîban êrîşên xwe yên li Efxanistanê zêde kirine. Duh jî bi dijwarî êrîşî bajarê Xoliyan a Wîlatiya Hirat kirin.

Wezareta Parastinê ya Efxanî bi daxuyaniyekê ragîhan ku hêzên wan bersivek tund li dijî êrîşê dan.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di şerê 24 saetan de 258 çekdarên Talîban hatin kuştin û bi sedan birîndar bûn û êrîşa li ser bajarê Xoliyan hate têkbirin.

Hêjaye bibîrxistinê, ku tevî hişyariyan ku şerê navxweyî li Efxanistanê gûr bibe, Amerîka vekişîna hêzên xwe didomîne.

Tê gotin ku di nava çend rojan de vekişîna tevahî hêzên Amerîka dê bi dawî bibe.

Back to top button