Di Hezîranê de dewleta Tirk 500 çeteyên din şandiye Lîbyayê

Di serdemeke ku hêviya dawî anîna şerê 10 sal ê li Lîbya geş bûyî de, careke din metirsiya çeteyên biyanî xwe daye der. Dewleta Tirk ya ji çareseriya siyasî bihêrse, jimara çeteyên xwe yên li Lîbya zêde dike.

Tenê di nava meha Hezîranê de dewleta Tirk bi fermana Erdogan 500 çeteyên din şand Lîbya.

Aloziya Lîbya ya ku bi salane didome, ti nîşaneyên çareseriyek di asoyek nêz de xuya nake.

Ji bo çareseriyek siyasî li Lîbyayê pêk were, derxistina çeteyên biyanî ji welat weke gava yekem tê destnîşan kirin.

Ji aliyê NY û hikûmeta Terablisê bengawaziyên derxistina çeteyan dubare tên kirin, Tirkiyê jî bi zêdekirin û rêkirina çeteyên nû ji Lîbayayê re bersiv dide.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SHOR) di meha Hizêranê de, Tirkiyê zêdeyî 500 çeteyên Sûrî şandiye Lîbyayê.

Çavdêriyê ragihand ku 28’ê Hizîranê 200 çeteyên Sûrî di deriyê Hewar Kilîs de gihiştine Sûriyê.

Li bargehên leşkerî ên Tirkiyê li Sûriyê jî, amadekariyên şandina 300 çeteyên din ji bo Lîbya tê kirin.

Tirkiyê bi 500 dolarî çeteyan dike leşker û wan bi belafirên leşkerî û sivîl vediguhezîne Lîbayayê.

Bi vê yekê ji despêka meha Hizêranê ve zêdetirî 500 çeteyên bi navê Komên Emşat, Sultan Murad û Koma Hemza gihiştine Lîbyayê.

Di heman wextê de 535 çete vegeriyan Sûriyê.

Navenda Çavdêrî ya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku pêvajoya derxistina çeteyan ji Lîbyayê bi temami hatiye rawestandin û got:

Tirkiyê veguhestina çeteyên Sûrî ji bo Lîbyayê didomîne.

Nêzî 7 hezar çeteyên Sûrî yên girêdayî dewleta Tirkiyê li Lîbya hene.

Heta niha li Lîbyayê 2 wesayîtên zirxî yên Kîrby, deronên Bayraktar, deronên Phoenixê û mûşekên Saqariya ji aliyê Tirkiyê ve hatiye çêkirin, hene.

Ji şandina çeteyên nû ji bo Lîbyayê re, Enqere dide nîşandan ku wê rênedin ku li welat xebatên ji bo çareseriya welat bigihêje encamekê.

Back to top button