Li Myanmar Rojnamevan ji di nav de 2300 kes serbest hatin berdan

Li Myanmara ku bi darbeyê tê rêvebirin, piştî 5 heman yekem agahiyek xweş derket. Siyasetmedar, rojnamevan û çalakvan jî di nav de, dora 2300 kes ji zindanên Myanmar hatin berdan.

Hat destnîşankirin ku 700 ji wan yên li Girtîgeha Inseyîn a Yangon hatine binçavkirin bûn.

Rojnamegerên Myanmar Kay Son Nway û Ye Myo Khant jî ji vê girtîgehê derketin.

Ji darbeya leşkerî ya 1ê Sibatê ve li Myanmarê bi tevahî 6 hezar û 421 kes hatin binçav kirin.

Li aliyê din, Hêza Parastina Gel (PDF), ku ji hêla xwepêşanderên li dijî artêşa darbekar a Myanmar hate damezrandin, îdia kir ku di encma şerê hefteya derbasbûyî de, 44 endamên artêşê hatine kuştin.

Artêşa Myanamarê li ser van îdiayan ti daxuyaniyek neda.

Artêşa Myanmar 1ê Sibatê, bi îdiaya di hilbijartina 8’ê Mijdara 2020’an de nelirêtî pêk hatiye, darbeya leşkerî pêk anîbû.

Artêşa Myanmarê li dijî xwepêşandêr û hêzên serhildêr yên darbeyê napejirînin êrişên xwe dijwar û heta niha 883 kes mirin.

Her wiha bi hezara kes ji hatin binçavkirin.

Di demek ku xwepêşandanên girseyî li welat didomin de, darizandina kesên binçavkiri ji aliyê dadehên leşkerî ve jî dewam dike.

Back to top button