Wezîrê Parastinê yê DYA yê berê Donald Rumsfeld koça dawî kir

Wezîrê Parastinê yê DYA yê berê Donald Rumsfeld, yê ku yek ji pêşengên dagirkrina Amerîka ya 2001 li Efxanistan û 2003 jî li Iraqê di temenê xwe yê 88 salî de koça dawî kir.

Malbata Rumsfeld di daxuyaniya nivîskî ya dayî de ragihand ku wezîrê berê li mala xwe ya li New Mexico miriye.

Donald Rumsfeld, di serdema serokê berê yê DYA George W. Bush de, Wezîrê Parastinê yê DYA bû.

Rumsfeld ji 1975 heta 1977’an di serdema Serokê DYA yê berê Gerald Ford de jî wezîrê parastinê bû.

Wezîrê berê wekî yek ji kesên pêşengên dagirkirina Amerîka ya 2001 li Efxanistan û 2003’an li Iraqê tê zanîn.

Rumsfeld piştî dagirkirina Iraqê di 2006’an de îstifa kiribû.

Back to top button