Xelkê gundên sinor ji ber kiryarên artêşa Tirk gelek bêzarin

Welatiyên gundên ser sînor yên başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk bêzar bûne. Leşkerên Tirk dikevin nava gundan û gefa kuştinê li wan dixwin da ku neçin nava zevî û baxçên xwe.
Welatiyên wan gundan dibêjin, bi salane wan gerîla li dora gundên xwe nedîtine, lê leşkerên Tirk bi behaneya hebûna gerîla gundên wan bombebaran û dagir dikin.

Şêniyên gundên deverên sînorî yên başûrê Kurdistanê jî ji êrîş û kiryarên dewleta Tirk a dagirker bêzar bûne..

30 sal in êrişên dewleta Tirk li ser wan gundan berdewam dikin.

Herî dawî leşkerên dewleta Tirk ji xelkê gundê Hirur re gotine, nabe herin ser rez û baxên xwe.

Ger herin jî ew ê wan wek gerîla bi hesibînin û wan bombebaran bikin.

Ji ber van kiryarên xirab ên leşkerên dewleta nav-borî ji sala 1991’an de heta niha 400 gund vala bûne..

Ji xwe bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk ên 23’yî Nîsana vê salê jiyana xelkê hîn kambaxtir bûye..

Şêniyên van gundan dibêjin, ku tevî bi salane wan gerîla li dora gundên xwe nedîtine lê dîsa bi bi bihaneya hebûna gerîla tên bombebaran kirin.

PDK û çapemeniya wê jî gerîla wek sedema êrişên dewleta Tirk nîşan didin û bi vî rengî rewabûnê bi dagirkeriya Tirk didin û bêdeng dimînin.

Şênî jî ji ber vê bêdengiyê hêviyên xwe ji hikûmeta başûrê Kurdistanê qut kirine.

Li gorî nûçeya ROJNEWS’ê, artêşa Tirk li herêma Heftenînê bi kûrahiya 12 kîlometran derbasî nava xaka Başûr bûye û gihiştiye gundê Keşanê.

Li gundê Bankî Binê 3 xaniyên welatiyan teqandine.

Artêşa Tirk niha li nêzî gundê Hirur yê ser bi bajaroka Kanî Masiyê baregehek nû ya leşkerî avakiriye.

Şêniyên deverê dibêjin, “Ev ne şerê PKK’ê û Tirkiyeyê ye, şerê Kurd û Tirk e û armanc guhertina demografiya Başûrê Kurdistanê ye.”

Her wiha diyar kirin ku PDK’ê li Behdînanê destûr nade xelkê deverê li ser êrîşên dewleta Tirk ji saziyên çapemeniya dervey PDK’ê re bêjin.

Yên ku bi axivin jî gef li wan dikin û ceza dikin.

Back to top button