Ji tirsa zewaca bi darêzorê bi çeteyekî re keçeke 18 salî ji Efrînê reviya

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî her diçe zêde dibin.
Li navçeya Bilbilê çeteyan 200 darên zeytûnê yên malbatekê jê kirin.
Ji navçeyên Efrînê jî 5 kes hatin revandin.

Li Efrîna dagirkerî zext û hovîtiya dewleta Tirk li dijî sivîlan didomin.

Li navçeya Bilbilê, ji ber keça bi navê Fehîme Ehmed yê ji gundê Ehmedê Mistê zewaca bi darê zorê bi serçeteyekî red kir, 200 darên zeytûnê yê malbata wê birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku piştî wefata diya wê keça 18 salî, serçetyekî koma ” Sultan Murad” gefa zewaca bi darêzorê lê xwar.

Malbata Fehîme ji tirsa zewaca wê ya bi darêzorê û destdirêjî lê bê kirin, keça xwe ji herêma Efrînê derxistin.

Li gorî Rêxistinê, ew çete ji hêrsbûnê re mal û 70 donim erd yên malabata wê keçê desteser kir.

Her wiha 200 darên zeytûnê yê malbatê birîn.

Li navçeyên Efrînê 5 kes hatin revandin

Her wiha, dagirkeran sûcên revandinê li dijî sivîlên Efrînê bê navber dewam dikin.

Malpera Afrinpost ragihand ku çetyean bi tewanên nerast 3 sivîl ji gundê Badîna yê navçeya Raco revandin.

Çeteyan kesên bi navê Osman Xelîl Circî yê 35 salî, Ehmed Mihemed Hesbîro yê 38 salî û Ciwan Hesen Mûsa yê 30 salî revandin.

Rêxstina Mafên mirovan a Efrînê jî diyar kir ku çeteyan li ser riya gundên Celemê û Til Silûr welatiyê bi navê Elî Mîrza Cefer yê ji gundê Şadêrê yê Şêrewa revand.

28″ê Hezîrana borî de, îstîxbarata Tirkiyê parêzer Reşîd Kekec Mihemed ji gundê Qizilbaşa,yê navçeya Bilbil revand.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Reşîd endamê `Weqfa Kurdên Serbixwe` ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebdulezîz Temo, hatiye avakirin e.

Her wiha hat ragihand ku di vê demên dawî de li Efrînê, istixbarat Tirkiyê kesên ku pêwendiyan bi re dikirin, digirin.

Back to top button