Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê, girtiyên siyasî 217 roj in li ber xwe didin. Her wiha çalakiya li Mexmûrê û ya li Yewnenistanê jî bi biryardarî didome. Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut banga tevlîbûna çalaiyên 3’ê Tîrmehê yê li Strasboûrgê kir. 

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê, ji aliyekî din ve jî operesyona qirkirina siyasî li bakurê Kurdistanê û êrîşan li ser HDP’ê didomin.

Polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê kurd bi girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nîşan dide.

Her ku rêber Apo di berxwedanê de israr dike, cezayên displînê li ser têne zêdetir.

Ev hemû êrîş û qirkirin girêdayî hev in.

Lê li bemberî vê yekê jî berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li gitîgehê Tirkiyê bi koma 44’an di roja 217 de didome.

Koma 99’emîn çalakiya piştevaniyê ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewr girt û 196 roj li pey xwe hişt.

Li gel vê jî li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî çalakî di roja 179’emîn de didome.

Zubeyde Zumrut banga tevlîbûna çalakiyên 3’ê Tîrmehê kir

Li aliyekî din jî Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut a ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tevlî çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo bûye, ji bo çalakiyên di 3’ê Tîrmehê de wê li Ewropayê were lidarxistin, bang kir.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin.

Ciwan li Yewnanistan û Almaniyayê daketin qadan

Her wiha ciwanên li paytexta Yewnanistanê Atîna û bajarê Sûttgart ê Almanyê daketin qadan pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ya ku Komelên Ciwan dabû destpêkirin, silav kirin.

Back to top button