Sivîlên ku derbasî Tirkiyê dibin weke şervanên QSD’ê radestî Tirkiyê têne kirin

Çeteyekî dewleta Tirk li Girê Spî ku kesan bi qaçaxî derbasî Tirkiyê dike, hemû ciwanên ku ji herêmên Rêvebriya xweser derbas dibin wan weke şervanên QSD’ê radestî istixbarata Tirk dike.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê, çeteyê bi navê “Ibrahîm Ewad” yê girêdayî Firqet El-Hemzat, ku bi istixbaratê Tirk re dixebite, ciwanên ku ji herêmên Rêveberiya Xweser dixwazin ji bo kar derbasî Tirkiyê bibin, wekî qaçaxçîyê rê bi wan re dikeve nav têkiliyan û 700 dolar ji wan distîne.

Piştre wan weke şervanên QSD’ê radestî istixbarata Tirk dike.

Li gorî nûçeyê, hemû ciwanên sivîl ku radestî istixbarataTirk hatine kirin, weke şervanên QSD’ê têne dadgehkirin.

Her dawî jî 7 sivîl beriya du rojan radestî istixbarata Tirk hatin kirin.

Back to top button