CPT’ê têkildarî sûcên artêşa Tirk li ser xwezaya Başûrê Kurdistanê raoprek weşand

Piştî ku tîma rêxistina CPT’î serdana gundê Hirurê kir û ziranrê topbaranê şopand, raporek li ser xwezaya Başûrê Kurdistanê belav kir.

Di saetên êvarê de Rêxistina CPT’î li ser rewşa gundên li ser sinorê herêma Behdînanê, raporek belav kir.

Rêxistinê diyar kir ku leşkerên Tirk bi şev derbasî nava gundan dibin û agir bi rez û baxên welatiyan dixin.

Di rapora CPT’ê de wiha hate gotin:

”Tevî bombebarankirina zevî û xaniyên welatiyan, bi şev leşkerên Tirk dikevin nava gundan û agir bi zevî û darên welatiyan dixin”.

CPT’ destnîşan kir ku ji ber êrişên Tirkiye, zêdetirî 10 hezar donim zeviyên çandiniyê li devera Berwarî Bala ya li Kurdistanê şewitîne.

Tîma CPT’ tevayî wêraniya ku di encama êrişên artêşa Tirk de pêk hatine, li deverê bi taybetî êrişên li ser gundê Hirurê belge kirin.

Rêxistinê daxwaz ji artêşa Tirk kir ku êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê rawestînin, zevî û daran ne-şewitînin û şêniyên gundan nekin hedef.

Back to top button