Rêveberiya Xweser bi wezîra Karên Derve ya Swedê re civiya-HAT NÛKIRIN

Şandeya Rêveberiya Xweser li Swêdê bi Wezîra Karên Derve ya Swêd Ann Linda û bi siyasetmedar û dîplomatên Swêdî re hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan de bal hate kişandin li ser rola rêveberiyê ya di têkbirina terorê û pêkanîna aramiya herêmê.
Di hevdîtinan de binpêkirin û kiryarên dewleta Tirk yên li herêmên dagirkirî û bandora wê li ser aramî û ewlehiya herêmê jî hatin nîqaşkirin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Swedê kir.

Şande ji Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Swed Şiyar Elî, Nûnerê Rêveberiya xweser yê li Ewropa Ebdilselam Mistefa û endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Elî Rehmon, pêk tê.

Şande duh bi wezîra Karên Derve ya Swed Ann Linda re li navenda wezaretê ya li paytext Stockholmê civiya.

Di civînê de êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûr Kurdistan û siyasetên wê yên li herêmên dagikirî hatin nîqaşkirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi gelek siyasetmedar û dîplomatên Swêdî re civiya

Îro jî şande li navenda hikûmetê ya li paytext Stockholmê bi hin siyasetmedar û dîplomatên Swêdî re hevdîtinek pêk anî.

Şande bi serokê Komîteya Têkiliyan ya Parlamena Swêdê, serokê Komîteya Têkiliyan ya Partiya Sosyalîst a Swêdê, Serokê Şaredariya Stockholmê, Rêvebera Navendeke Almanî û endamê Komîteya Mafên Mirovan ya li Parlamena Swêdê re, civiya

Di destpêka civîne de, berpirsê Têkiliyan a li Parlementa Swêdê axivî û balkişand li ser rola rêveberiyê a têkbirina terorê û misogerkirina aramiya herêmê.

Geşedanên herî dawî li herêmê û binpêkirinên Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî di civînê hatin nîqaşkirin, her wiha teqezî li ser hewldanên parastina ewlehî û aramiya herêmê hate kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Bedran Çiya Kurd jî axivî û diyar kir ku tişta ku her du aliyan tîne cem hev têkoşîna dijî terorê û siyaseta dewleta Tirk ya li herêmên dagirkirî ye.

Çiya Kurd anî ziman ew bi hêvî ne ku bi hev re ji bo pêkanîna aştî û aramiya herêmê bixebitin.

Piştî Swêdê, tê payîn ku şande serdana xwe li gelek welatên Ewropî dewam bike.

Back to top button