Komîteya Şopandinê duh civîna xwe ya yekemîn pêk anî û hat tekezkirin ku bi awayekî bi lez berdêlek ji ava Elok re were peydakirin.
Bi tevlîbûna endamên Komîteya Şopandinê, Hevseroka MSD’ê , Fermandarê Giştî yê QSD’ê û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîn pêk hat.
Tê de li ser jiyana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zehmetiyên ku dikêşin û li ser awayê pêşxistina Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin.
Hewldanên reşkirina saziyên Rêveberiya Xweser û binpêkirinên mafên mirovan hatin redkirin û hat tekezkirin divê kesên van hewldanan dikin werin dadgehkirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş eşkere kir wan heta niha avakirina tîmên pispor ji bo birêxistinkirina xebatên saziyan pêk anîne û gelek qanûnên girdayî bacan û hwd derxistine.