Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî li Qamişlo dest pê kir

Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî bi beşdarbûna 24 nivîskaran ji tevahîya beşên Kurdistanê li Qamişlo dest pê kir.

Mîhrîcan bi slogana”Çîrok bang e…xwenasîn û vedeng e” li Hola Zana ya bajarê Qamişlo destpê kir.

Mîhrîcan ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ve hatiye organîzekirin.

Tê de rewşenbîr, nivîskar û helbestvan û endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser amade bûn

Mîhrîcan wê heta 5’ê vê mehê bidome û di roja dawî de 3 xelat ji bo 3 kurteçîrokên herî baş werin dayîn.

Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ji 2014’an de salane mîhîrcanê ji bo vejandina kurteçîroka Kurdî li dar dixe.

Back to top button