Îsal dê mazota zivistanê bi rêya kartên elektronîk bê dayîn

Hevserokê Nivîsgeha Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef diyar kir, îsal dê mazota zivistanê bi rêya kartên elektronîk bê dayîn.

Sadiq El-Xelef di derbarê mijarê de ji Ajansa Hawar’ê re axivî û anî ziman:

“Ev kart ji hêla rêveberiya sotemeniyê ve li herêmên Rêveberiya Xweser tên derxistin.

Ev kart li gor deftera malbatê an jî peymaneke zewazê tên derxistin.

Piştre bi destan radestî welatiyan tên kirin û bi wan kartan welatî dikarin berê xwe bidin her stasyoneke sotemeniyê.

Li gorî vê yekê miqdara ku dixwaze li gorî hejmara li ser vê kartê mazot tê dayîn.

Her kartek 440 lître mazot digire, koma yekem 220 lître ye.

Her wiha zêdetirî 12 lûleyên gaza malê li seranserê salê dê li gorî kartê were belavkirin.

Ev rêbaz nahêle sextekarî çêbe û miqdara mazota ku rojane digihêje welatiyan, diyar dibe.”

Sadiq El-Xelef bi bîr xist piştî bidawîkirina kertên sotemeniya malê,dê ji bo ajokarên otomobîlan jî kert werin amadekirin.

Back to top button