Hêzên Hevbeş ê Efrîqa: 13 Çeteyên Boko Heram kuştin

Hêzên Hevbeş ê Efrîka li dijî çeteyên Boko Heram operasyonek pêk anîn di encama operasyonê de 13 çeteyên Boko Heram hate kuştin.

Hêzên Hevbeş ya Efrîqa ragihand ku çeteyên Boko Heram rêya başûr-rojhilata Nîjeryaê bi kemînekê girtin.

Çeteyan di encama kemînê de 4 sivîl girtin û wan bi darvekirin.

Hêzên Hevbeş ya Efrîqa diyar kirin ku çeteyan piştî vê bûyerê bi 10 wesayîtan li ser riya Difa Mine Sorora li dijî hêzên hevbeş ê Efrîqa êrîş pêk anîn.

Hêzên Efrîqî da zanîn ku di encam şereke dijwar de êrîşa çeteyan hate têkbirin û 13 çeteyên Beko Heram hate kuştin.

Li Nîjeryayê ji sala 2010 heta niha bi sedan kes bi destê çeteyên Boko Heram hatin kuştin û bi sed hezaran kes hatin koçber kirin.

Back to top button