Amerîkayê baregeha xwe ya herî mezin li Efxanistanê vala kir

Di demeke ku şerê li Efxanistanê gur dibe de, DYA vekişîna hêzên xwe ji herêmê didomîne.
Leşkerên DYA piştî 20 salan ji Baregeha Hewayî ya Bagram vekişiyan.
Ev baregeh yek ji navendên herî mezin yên Amerîkayê ye ku di şerê li dijî Talîban û El Qaîdeyê de bikar dianî.
Li kêleka vê yekê jî danûstandinên di navbera hikumeta Efxanistan û Talîbanê bi lewazî didome.

Li Efxanistanê bi vekişîna hêzên DYA û NATO yê re, li bakurê welat şer gur bûye.

Lê tevî vê yekê jî vekişîn didome.

Li gorî ajansa AFP’ê, berpirsyarekî wezaretê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got;

“Hêzên koalîsyonê yên li Bagramê bi temamî ji herêmê derketine.”

Li gorî nûçeya ajansa AP ku spartî berpirsên payabilind yên DYA, balefirgeh radestî Hêzên Netewî û yên Parastinê yên Efxanistanê hatiye kirin.

Baregeha hewayî ya Bagramê bi 50 kîlometreyî li bakurê paytext Kabûlê ye.

Nehate ragihandin ku baregeha hewayî wê kengî bi rengekî fermî radestî artêşa Efgan bê kirin.

Di çarçoveya lihevkirina DYA’yê ya bi Talîbanê re yekîneyên NATO’yê piştî 20 salan di 1’ê Gulanê de dest bi vekişîna ji Efganistanê kiribûn.

Tê payîn vekişîn di 11’ê Îlonê de bi dawî bibe.

Hikumeta Efxan: Hevdîtinên bi Talîbanê re pir lewaz dimeşin

Di demeke ku DYA û hêzên din ên navneteweyî ji Efxanistanê bilez vedikişin, Kabul ji paşeroja danûstandinên bi Talîban re bi fikar e.

Serokê Konseya Bilind a Lihevhatina Niştimanî Ebdula Ebdula, ji CNN re got, danûstandinên di navbera Kabûl û Taliban de pir hêdî pêşve diçin.

Endamên Talîban di hefteyên borî de, bi îdiaya ku leşkerên Efxan reviyane, ji baregehên leşkerî vîdyoyên propagandayê weşandin.

Talîban ji ber nebûna pêşveçûnê di axaftinên Doha de Kabul tawanbar kir.

Berdevkê nivîsgeha siyasî ya Talîban Mihemed Naim jî got;

“Armanca me pêşkeftin bû.

Lê ti nêzbûna aliyê din ji bo danûstandinên aştiyê nebû.”

Back to top button