HPG: Li Avaşîn û Xakurkê 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya Pêngavên Şoreşger yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de bersiva êrîşên dagirkeriyê didin û rojane derban li artêşa Tirk didin.
HPG’ê ragihandi li herêmên Avaşîn û Xakurkê 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalaiyên bi bandor bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna li artêşa Tirk ya dagirker dan.

HPG’ê diyar kir hêzên YJA Star roja 1’ê Tîrmehê bi çekên giran çalakiyek li dijî baregeha Kanî Masî ya bi ser Amediyê a artêşa Tirk a dagirker lidar xistin.

Hat diyar kirin di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatin kuştin nehat zelalkirin.

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakûrkê jî li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakî hate kirin.

Hat gotin hêzên YJA Starê roja 1’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên ku xwestin ber bi Girê Şehîd Axîn a herêma Şehîd Bêrîtan ve biçin bi rêbazê sekvaniyê çalakiyek lidarxistine û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ya li herêma Avaşînê jî ev agahî parve kir;

“Roja 1’ê Tîrmehê li hemberî dagirkerên li qada Werxelê ji 3 baskan ve çalakiyek hete lidarxistin. Baskê yekem ê çalakiyê, li çepera ku 5 dagirker tê de bûn xistin. Di vê çeperê de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn. Baskê duyemîn û sêyemîn, li dagirkerên ku ji ber lêdana bibandor a gerîlayan dixwestin birevin xistin. Di encama van çalakiyan de jî herî kêm dagirkerek hate cezakirin.”

HPG”ê da zanîn artêşa dagirker li qadên Werxelê û Tabûra Ereban a herêma Avaşînê bi zanebûn agir bi qadê dixin.

HPG’ê diyar kir 30’ê Hezîranê ji saetên serê sibehê heya êvarê dagirkeran tunelên şer ên li qada Wexelê bi bombeyên gazê û teqemeniyan bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 1’ê Tîrmehê jî qada Dola Şîvê ji aliyê qereqolên li ser sînor bi topan û bi helîkopterên şer hate bombebarankirin.

Back to top button