Di encama operasyona QSD’ê de li navçeya Şedadê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

QSD’ê ragihand ku Yekîniyên Antî Teror ên wan di encama operasyonekê de li navçeya Şedadê çeteyekî DAIŞ’ê girtin.

QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku çeteyê ku hat girtin mayin amade dikir û ji şaneyên DAIŞ’ê re dişand da ku hêzên wan û yên Asayîşê pê hedef bigirin.

Hat diyar kirin gelek alavên teqemeniyê jî li ser çete hatin desteserkirin.

QSD’ê da zanîn ku ev operasyon di çarçoveya tunekirina şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmê û bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî pêk hat.

Back to top button