Tevî daketina buhayên sewalan jî buhayê goştê sor bilind dibe

Tevî ku buhayê pez li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketiye, lê welatî ji ber bilindbûna buhayên goştê sor gazincan dikin.
Goştfiroş jî sedema vê buhabûnê dispêrin cure û bihabûna sewalan, tunebûna çandinî û buhabûna êm.

Li praniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayên sewalan daketye, lê piştî hişke-saliya ku li herêmê derketî buhayê êm bilind bû.

Ji ber tunebûna mewsimê îsal û nebûna çêregehan xwediyên sewalan neçar dimîninn ku ceh û genim bidin sewalên xwe ku hem kêm e û hem jî buhayên wan bilind in.

Ehmed Hac Nûrî yê ji Qamişlo ku sewalan xwedî dike.

‘Kêmbûna çêregehan buhayê êm bilind kir’

Şêrzad Enter jî ku zêdetirî 36 sal e pez xwedî dike dibêje yê ku herî zêde ziyan dîtine, em in.

Qesabê bi navê Ehmed Beşîr Taûs ku li sûka bajarê Qamişlo dixebite

Buhayê goşt nayê diyarkirin. Ji ber ku hin sewal hene erzan in û sewalên din ên qelew û giran bi awayekî pir buha têne firotin.

Her kîloyek goşt ji 13 heta 17 hezar L.S ye.

Ji ber vê buhabûnê jî, kirîna goştê pez kêm e.

Mihemed El-Mihemed ku nîv kîlo goşt kirîbû, destnîşan kir ku buhayê goşt pir bilind e û her qesabek bi awayekî cuda difiroşe.

Ji rêveberên Gerînendetiya Berhemên Sewaldariyê ya kantona Qamişlo Mihemed Kazim diyar kir ku îsal wan dest bi gavên lezgîn kiriye û wek rewşa awarte dê êm bi rêya navendan were belavkirin.

Kazim got, “Xwediyên sewalan dê li beramberî her sewalekî 10 kîlo êm wergirin.

Back to top button