DAXWAZA MALBATA OCALAN YA JI BO HEVDÎTINÊ HAT REDKIRIN

Serlêdana hevdîtinê ya malbatan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê carekî din dîsa hate redkirin.

Biryê Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê bi Rêberê Adullah Ocalan re çêbikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Lê serdozgeriyê serlêdana wan dîsa red kir.

Her wiha Polat Yildirim ji bo bi birayê xwe Hamîlî Yildirim, Alî Konar ji bo bi birayê xwe Omer Hayrî Konar û Sabîha Aslan jî ji bo bi birayê xwe Veysel Aktaş re hevdîtinê çêbikin serî li serdozgeriyê dabûn, dozgeriyê serlêdana wan jî red kir.

 

Leave a Reply

Back to top button