Di şerê Yemenê de 13 çekdarên Husî hatin kuştin

Roja înê, Li Me’ribê di encama şerekî dijwar di navbera çekdarên Husî û Artêşa Yemenê de13 kes ji çekdarên Husî hatin kuştin.

Navenda ragihandinê ya Arteşa Yemenê di derbarê şer de ragihand, ku leşkerên Yemenê hewildanek Husiyan ji bo ketina cihên leşkerî yê Yemenê li Eniya El-Maşceh  têk birin.

Di encamê de13 kes ji çekdarên Husî hatin kuştin, û hin bîrîndar bûn û yên mayî reviyan û çekên xwe li pey xwe hiştin.

Hemwextî belafirên Hevbeş jî cihê kombûna Husiyan li Eniya El-Kesra,El-Meşceh û Sirwah  kir armanc.

Her wiha hate gotin ku pergala parastina hewayî ya Artêşa Yemenê li Eniya Sirwah belafireke bêmirov a husiyan xist xwarê.

Back to top button