“Diyaloga siyasî ya Lîbya ya li Cinêvê bi bin ket”-HAT NÛKIRIN

Li paytexta Swîsra Cenevê hewldanên çareseriya siyasî ya Lîbyayê bi bin ket.
Li ser destûra bingehîn ya hilbijartinên 24’ê Kanûnê aliyan li hevnekirin.
Bangên DYA û NY yên li ser lihevekirina xebatên avakirina bingehê destûra hilbijartinê, ji aliyê Endamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê, bê encam ma.
Herî dawî NY, ragihandin ku civîn di roja 5’an de bêyî encam bi dawî bû û ev yek jî nîşaneyeke ne başe.

Li Lîbayayê 10 salin alozî, şer, kuştin, koçberî û wêranî serwere.

Bi deh hezaran çeteyên biyanî li Lîbyayê şer kirin û aloziya li welat kurtir kirin.

Li cihê berjewendiyên xelkên Lîbyayê, berjewendiyê aliyan esas hat girtin.

Ji ber vê yekê jî tevahî hewldanên çareseriya siyasî li Lîbyayê, tek çûn.

Herî dawî jî ji bo lihevkirina Endamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê li paytexta Swîsra Cenevê ji 28’ê Hizêranê ve di civînê de bûn.

Civîn doh di roja xwe ya 5’an de bidawî.

Koordînatorê Mîsyona NY yê Lîbyayê Ryzdon Zeninga ragihand ku endamên forumê, li ser destûra bingehîn ya hilbijartinên netewî yên 24’ê Kanûnê, lihevnekirin.

Civîn bêyî encam bi dawî bûye.

Di roja pêncan ya dawî kirina civînê de berpirsekî NY bang li endaman kir ku li çareseriyek navîn ya li hevkirina aliyên Lîbî, domandina şêwrê û çareseriyeke ku yekîtiyê xurt bike, were gerandin.

Her wiha diyar kir ku wê xebatên xwe bi komîteyên lihevkirinê re bidomînin, da ku vebijarkên zemîneke hevbeş werin avakirin û carek din nîqaş pêş bikevin.

Li ser destûra bingehîn ya hilbijartinan, 3 pêşniyar hatin pêşkêş kirin.

Komîteya Pispor a Forumê pêşniyar kir ku referandûma li ser pêşnûmeya destûra bingehîn heta kirin, piştî hilbijartinan were pêşxistin.

Lîbya bi salane di bin bandora şerê çekdarî de ye.

Li aliyekê Fermandarê Artêşa Nîştîmanî General Xelîfe Hefter û li aliyê din jî Hikumeta Wîfaq ya Ixwana Mislimîn ku piştevaniya xwe ji Tirkiyê digre heye.

Lîbya ji Sibata 2021’an ve şahidiya despêkêke siyasî ya nû kir.

Hikûmeteke demkî hat avakirin û ji bo welat ber bi hilbijartinên 24’ê Kanûnê ve bibe, hat erkdar kirin.

Back to top button