Li Stenbolê 22 kes hatin binçavkirin

Li Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî li dijî kurdan û mûxalîfan didome. Li Stenbolê di serdegirtina malan de 22 kes hatin binçavkirin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îro di saetên serê sibê de polîsên dewleta Tirk a dagirker li ser gelek malan de girtin.

Polîsan Serokê Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) Ekrem Baran û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mehmet Nas jî di nav de 22 kes binçav kirin.

Hat zanîn ku polîsan Mele Ekrem Baran birine Qereqola Cendirmeyan.

Her wiha dadgeha Rihayê jî derbarê 9 kesên di navbera 15 û 25’ê Hezîranê de li Riha û Mêrdînê hatibûn binçavkirin biryara girtinê da.

Back to top button