Daîreya Têkiliyên Derve: Aloziya Sûrîyê wê tenê bi danûstandinên Sûr -Sûrî çareser bibe

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir aloziyê Sûrî wê tenê bi lihevkirin û diyaloga Sûrî – Sûrî çareser bibe û da zanîn ew rêveberiya xweser hewl dide ku bi danûstandinan bi hikumeta Şamê re bighêjin encamekê.

Aloziya Sûrî derbasî sala 11 dibe û heta niha tu asoyên çareseriyê xuya nakin.

Hikumeta Şamê ku hîna bi hişmendiya beriya 2011 tevdigire, li pêşiya her hewledaneke danûstandin û çareseriyê dibe asteng.

Duh, Wezîrê Karên Derve yê Rûsî Sergî Lavrov di civîneke çapameniyê de li Mosko diyar kir Rûsya amade ye navbênkarî di navbera Hikûmeta Şamê û Rêvebriya Xweser de bike da ku bighêjîn lihevkirinnekê.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebreriya Xweser jî îro bi daxuyaniyekê bersiva Lavrov da û diyar kir ku Rêveberiya Xwerser ji destpkê ve dibêje ku aloziyê Sûrî wê tenê bi danûstandinan çareser bibe û hewl dide ku ji bo çareseriya aloziyê bi hikumeta Şamê re bighêje encamekê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pirsgirêk di Hikûmeta Şamê de ye, ku rastiya heyî qebûl nake û hîna jî li gorî hişmendiya berê tevdigere.

Daîreya Têkiliyên Derve: Em hêvî dikin ku Rûsya karibe roleke erênî di danûstandinên Sûrê-Sûrî de bilîze

Daîreya Têkiliyan daxuayaniyên Lavrov weke gaveke erênî a ber bi çareserkirina aloziya Sûrîyê nirxand û hêvî kir ku Rûsya karibe roleke erênî di van danûstandinan de bilîze.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebreriya Xweser di dawiyê de teqez kir ku ew girêdayî diyalog û çareseriya niştîmanî ya Sûrîyê ne û hemû aliyên ku dixwazin navbênkariyê bikin û Rûsya jî di nav de ew dipejirînin.

Back to top button