5 navçeyên din yên Efxanistanê ketin bin kontrola Talîbanê

Li Efxanistanê çekdarên Talîban di pêşketinên xwe yên 24 saetên dawiyê de, 5 navçeyên parêzgeha Badahşan ya dikeve bakur-rojhilatê welat kontrol kir.

Parlamenterê Badahşan û Şura Ehmed Cawîd Mucahidî di axaftina xwe ya ji bo çapemeniyê de ragihand ku çekdaran, navçeya Varduç, Draîm, Tegab, Kîşîm û Tîkşan yên parêzgeha Badahşan kontrol kirin.

Di encama şerê li herêmê rûdayî de, her 5 navçe ketin bin kontrola çekdarên Talîban.

Hêzên hikumetê jî neçar man paşde vekişin.

Talîban jî îdia dike ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, hêzên wan 7 navçeyên li herêmê kontrol kiriye.

Parêzgeha Badahşan dikeve ber sînorê, Tacekîstan, Çîn û Pakistanê.

Ji ber wê yekê xwedî stratejiyeke sereke ye.

Talîbanê êrîşên xwe yên li ser parêzgeha Xaznî û Wardak jî dijwar kir.

Bi kontrolkirina navçeyên nû re, jimara navçeyên ku di nava 2 mehên dawiyê de ji aliyê Talîbanê ve hatine kontrolkirin 50 derbas kir.

Talîban jî îdia dike ku ev jimar gihiştiye 124’an.

Li gorî çavkaniyên hikumeta Efxanistanê, Talîban ji 407 navçeyan 130 kontrol kiriye.

Talîban jî dibêje 185 navçe di bin kontrola wan de ye.

Back to top button