DYA fermandariya hêzên xwe ya li Efxanistanê guhert

DYA vekişîna leşkerên xwe yên li Efxanistanê didomîne.
Pentagonê ragihand ku Wezîrê Parastinê Austin, fermandariya hêzên Amerîka ya li Efxanistanê radestî fermandariya CENTCOM’ê kiriye.
Serokê Amerîka Joe Biden jî ragihand ku di plana wan ya dîroka vekişîna ji Efxanistanê de ti guhertin pêk nehatiye.
Her wiha Biden got, piştî vekişîn bi dawî bû jî wê jimarek leşkerên wan li welat bimînin.

Di demeke li vekişîna leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji Efxanistanê lez bûye daxuyani li ser daxuyani ji Waşîngtonê derdikevin.

Berdevkê Wezareta Parastinê (Pentagon) John Kirby li ser vekişîn û rewşa dawî ya li Efxnistanê di daxuyaniya çapemeniya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da.

John Kirby diyar kir ku pêvajoya vekişînê li gorî plana hatî dayîn dewam dike û heta dawiya Tebaxê wê bi giştî jî pêk were.

Kirby dazanîn ku wezîrê parastinê Lloyd Austin biryara fermandariya erka li Efxanistanê radestî Serfermandarê CENTCOM Kenneth Frank McKenzie bike, erê kir.

Kirby got, McKenzie wê wekî serfermandarê hêzên Amerîkî li Efxanistanê hemû hêzê di destê xwe de bigre û li gorî wê jî tevger bike.

Berdevkê Pentagon John Kirby di dawiyê de, vekişîna hêzên Amerîka ji baregeha li balefirxaneya Bagramê weke gaveke dîrokî binav kir.

Biden: di plana me ya vekişîna ji Efxanistanê de ti guhertin nîne

Di rojeva Serokê DYA Joe Biden de jî mijara Efxanistanê hebû.

Joe Biden jî gotina Pentagon ya dema vekişîna ji Efxanistanê piştrast kir û got:

Heta 11’ê Îlonê wê tevahî hêzên me ji Efxanistanê vekişin.

Biden dazanîn ku piştî vekişîn bidawî bû jî wê jimarek kêm ya leşkerên wan li qadê bimênin.

Têkildarî jimara wan jî Biden ti agahî parve nekir.

Serokê DYA careke din piştevaniya xwe ya domdar bi hikumeta Efxanistanê re anî ziman û hevdîtina xwe ya li gel şandeya Kabûl ya li nivîsgeha Oval jî bibîrxist.

Back to top button