CENAZEYÊ GIRTIYÊ AZADIYÊ MAHSÛM PAYAMA LI CIZÎRÊ HAT OXIRKIRIN

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hezaran kes di çalakiyên greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.
Tenê di nava 3 hefteyên derbasbûyî de 7 jê çalakgerên li zindanên dewleta tirk bi giştî 8 çalakiyên fedayî hatin kirin.
Herî dawî girtiyê bi navê Mahsûm Payam ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê dima, li dijî tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyeke fedayî dawî li jiyana xwe anî.
Cenazeyê Pa-may li Cizîrê di nava dorpêça polîsan de hate veşartin.

Li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan ji 17’ê Adarê heta niha 7’ê çalakgerên li girtîgehan bi gişît 8 kesan çalakiyên fedayî pêk anîn.

Çalakiya herî dawî jî ji aliyê Mahsûm Pamay ve hatibû kirin.

Cenazeyê Pamay şevê din ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û malbatê ve hate wergirtin û vê sibehê anîn bajêr.

Cenazyê Pamay li ketina bajêr û Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê hêzên Tirk bajar kirin çemberê.

Polîsan Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê dorpêç kir û ji girseya ku cenaze werbigre ku parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz jî di nav de bûn re got;

Eger girse dernekeve derveyî nexweşxaneyê wê cenaze ji nexweşxaneyê neyê dayîn.

Li ser vê HDP’yiyan ji bo ku malbata Pamay di zorê de nemîne ji nexweşxaneyê derketin.

Piştre cenazeyê Pamay ji morga nexweşxaneyê hate girtin.

Malbata Pamay cenaze anî Goristana Asrî ya Cizîrê.

Polîsan dora goristanê jî dorpêç kirin û destûr nedan ku ji xeynî endamên malbatê kesek beşdarî cenazeyê Pamay bibin.

Xizmên Pamay ku destûr nedan beşdarî cenaze bibin bertek nîşan dan.,

Piştre cenazeyê Pamay li goristanê hate veşartin.

Di tevahî merasimên 7 çalakgerên ku çalakiya fedayî pêk anîn de dewleta Tirk dest li ser cenazeyên girtiyê siyasî danî û ji derveyî malbatê ne hişt ku kes beşdarî merasîmê bibe.

GEL Û PARLEMENTERÊN HDP’Ê BERÊ XWE DAN KONÊ SERSAXIYÊ

Ji bo Mahsûm Pamay li Mizfefta Sensûr a Taxa Dagkapî ya Cizîrê konê sersaxiyê danî.

Parlamenterên HDP’ê yê Şirnex û hevşaredarên Cizîrê tevî dehan kesî berê xwe dan konê çalakiyê.

Malbat wê sê rojan serdanên sersaxiyê qebûl bikin.

Leave a Reply

Back to top button