Serokomarê Belarûs Lukaşenko: Me şaneyên amadekariya darbeyê dikir têk bir

Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko welatên rojavayî bi amadekariyên hewildana darbeya li hember welatê xwe tewambar kir û got:
Me şaneyên terorê yên bi piştevaniya welatên Rojava amadekariya darbeyê dikir têk bir.
Ukrayna jî îdiayên Lukaşenko yên derbarê wê de red kir.

Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko yê di lîsteya cezayên Yekîtiya Ewropî de ye bi welatên Ewropa re serê xwe di aloziyê de ye.

Aleksandr Lukaşenko welatên rojavayî bi amadekariyên hewildana darbeya li hember welatê xwe tewambar kir.

Lukaşenko diyar kir ku wan şaneyek terorê ya “armanc dikirin ku bi kiryarên tundiyê rejîma Belarûsî hilweşînin.” ji hev biriye.

Û îdia kir ku ev şane piştevaniya xwe ji Almanya, Ukrayna, DYA, Polonya û Lîtvanya digrin.

Lukaşenko anî ziman ku ev şaneya navborî, bi rêya komeke Telegramê hewildanên darbeyê plan dikirin.

Serokomarê Belarûsê dazanîn ku serokê koma binavê “Parastina Belarûs” ku ji 2 hezar û 500 endaman pêk tê, ji Almanyayê ye.

Her weha diyar kir ku vê komê hewl da ku navendek ragihandinê ya Rûsî li bajarê Vileika biteqîne, lê hemû çalakvanên ku beşdarî pilanan bûn hatin binçav kirin.

Lukaşenko bi hinceta “gelek çek ji Ukrayan, derbasî Belarûsê tê kirin” biryara girtina tevahî sînroên li gel Kîevê da.

Kîevê îdiayên “wan çek derbasî Belarûsê kiriy” red kir

Ukrayna jî li dijî îdiayên Lukaşenko bêdeng nema û helwest nîşan da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ukrayna Oleg Nikolenko tawanbaiyên Lukaşenko ya derbarê welatê xwe de red kir.

Nikolenko diyar kir ku, ji ber girtina deriyên sînor berî her tiştî wê welatiyên Belarûsî ziyanê bibînin.

YE ji ber hilbijartinên par li Belarûsê pêk hatîn, nebirawatî binav kiribû.

Mixalîfan jî kolanên paytext Minsk jî dagirtibûn.

Lê zexta polîsan di asta herî dijwar de bû.

Di encamê de, zêdeyî 35 hezar kes hatibûn binçavkirin.

Back to top button