Ji ber tundiya li bakurê Nîjerya, 2.8 milyon mirov bi krîza birçîbûnê re rû bi rû ne

Ji ber tundiya li bakurê Nîjerya, 2.8 milyon mirov bi krîza birçîbûnê re rû bi rû ne.

Ji ber ku li welêt pirsgirêka bêewlehiya xwarinê zêde dibe, li paytext Abuja bernameyek bi navê Polîtîkaya Çandiniyê ya Neteweyî hat li dar xistin.

Seroka Rêxistina Cotkarên Jin a Nîjeryayê Mary Afan, diyar kir êrişên rêxistina terorê Boko Haram û pevçûnên ku di navbera şivan û cotkaran de dewam dikin.

Ev yek jî dibe sedema bandorek xirab li çalakiyên çandiniyê bibe.

Afan destnîşan kir ku li herêma bakurê welêt 2,8 milyon kes hîna bi bi qeyrana mayînde ya xurekê re rû bi rû ne.

Ji ber hejariya li welat gefa herî mezin li ser zarokane.

Afan hişyarî da ku rewş hîna xerabtir dibe û xwest ku hikumet tavilê li dijî wê gavan bavêje.

Li bakurê Nîjerya ji ber nakokiyên axê di navbera Fulaniyan û cotkaran de, dem dem şer derdikeve.

Back to top button