Di Hezîranê de 2308 bûyerên şewatê li Amazonê derketin

Gelek ji me navê daristanên Amazonê, bihistiye.
Heta di pirtukên dibistanê de jî weke daristana ku “bivir neketiyê” dihat pênasekirin.
Her çiqasî ev daristan ji me pir dûre jî, lê me û hemû cîhanê ji hewaya qirêj diparêze.
Şewatên herî giran ên 14 salên dawî di Hezîranê de li Amazonan ku wekî cigera spî ya cîhanê tê zanîn, hatin tomar kirin.
Hikumeta Brazîlya bi pejirandina wêrankirina xwezayê ji bo berjewendiya aborî tê tawanbar kirin.

Cigera Spî ya cîhanê di nava 14 salên dawiyê de ji her demê zêdetir dişewite.

Daristanên Amazon yên Brezîlya ji ber berjewendiyên bazirganî tên wêrankirin û şewitandin.

Di lêkolîna ku ji aliyê peykên Enstîtuya Neteweyî ya Brezîlya ya Lêkolîna Fezayê (INPE) ve hat kirin de, hat ragihandin di Hezîranê de li herêma Amazon 2 hezar û 308 bûyerên şewatê rûdane.

Enstîtuyê diyar kir ku ev jimar li gorî sala borî ji sedî 2.6 zêde bûye.

Her wiha ji 2007’an û heta niha şewata herî zêde jî di meha Hezîranê de hatiye tomarkirin.

Di daxuyaniya ku ji hêla Greenpeace Brezîlyayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku sedema zêdebûna şewata li Daristanên Amazon bi têkbirina daristanan û guherîna avhewa ve têkildar e.

Hilweşînek bi heman rengî 2007’an derketibû.

Di wê demê de 3,519 şewatên daristanê hatibûn tomarkirin.

Şewata herî zêde ya li Amazonê jî 2004’an bi tomarkirina 9,179 bûyerên şewatê hatibû dîtin.

Hikumeta Brezîlya ragihand ku ji bo têkoşîna li dijî Şewitanina Amazonê wê leşkeran li herêmê bicih bikin.

Balkêşe ku ragihandina şandina leşkeran ji aliyê Brazîlya ve, piştî banga DYA ya têkoşîna ji bo avhewa û astengirkina şewatên li Daristanên Amazonê pêk hat.

Serokdewletê Brezîlya Jair Bolsonaro diyar kir ku çavkaniyên welêt têr nakin ku tenê vê yekê bike.

Hikumeta Bolsonaro di çarçova “Operasyona Brezîlya Kesk” de berê du caran leşker şandibû daristana baranê.

Ev leşker di meha Nîsanê de ji herêmê paşde hatibûn kişandin.

Back to top button